Amerîka: Wê operasyona nû ya Tirkiyê di berjewendiya DAISê de be

14 July 2022 15:30 0 dîtin
Amerîka: Wê operasyona nû ya Tirkiyê di berjewendiya DAISê de be

PeyamaKurd - Alîkara Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Dana Stroul, derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de daxuyanî da û got, ew li dijî operasyoneke nû ya Tirkiyê li Sûriyê ne, ji ber ku wê ew operasyon di berjewendiya DAIŞê de be.

Alîkara Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Dana Stroul, roja Çarşemê li Washingtonê di forumekê de diyar kiriye, ew ê bi tundî dijî her operasyoneke Tirkiyê ya li Sûriyê derbikevin û di vê mijarê de wan nerazîbûna xwe gihandiye Tirkiyê.

Dana Stroul got ku operasyona Tirkiyê bi kêrî DAIŞê tê û wiha pê de çû: “Gelek girtiyên DAIŞê di girtîxaneyên HSDê de ne, eger Tirkiye operasyonê bike û HSD berê xwe bide ber aliyê bakur û sînor, dê êrîşên DAIŞê zêdetir bibin. Operasyona Tirkiyê, dê tekoşîna Amerîka ya li dijî terorê bixe metirsiyê.”

Alîkara Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka herwiha destnîşan kir, heger HSD di bin zextan de bimîne, dibe bikeve bin banê hin welatên din û dibe jî HSD ligel Sûriye, Rûsya û heta Îranê jî hevalbendiyê bike.