ENKSê ji bo gefên operasyona muhtemel a Tirkiyê bangewazî li Amerîka û Rûsyayê kir

14 July 2022 18:37 0 dîtin
ENKSê ji bo gefên operasyona muhtemel a Tirkiyê bangewazî li Amerîka û Rûsyayê kir

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li ser operasyona muhtemel a Tirkiyê, bang li civaka navdewletî û bi taybet li Amerîka û Rûsya kir ku kar ji bo nehîştina gefên Tirkiyê yên êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê bikin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro 14ê Tîrmehê, bi daxuyaniyekê ragihand: “Hevdem ligel gefên Tirkiyê yên ji bo dagîrkirina navçeyên nû, (PYD) hema hema her roj xwepêşandanan dike û wêneyên PKKê bilind dike û dirûşmên xiyanetiyê li dijî partî û hêzên Kurdî davêje.”

ENKS di daxuyaniya xwe de bang li civaka navdewletî, bi taybetî li Amerîka û Rûsyayê kir ku biryar û rêkeftinên navdewletî yên derbarê Sûriyê de bicih bikin û daxwaz ji aliyan kir ku kar ji bo nehîştina gefên Tirkiyê û destwerdana wê ya leşkerî di herêmê de bikin, ji ber ku dê aloziyên zêdetir ji bo krîza Sûriyê çêbike û êş û azarên Sûriyan û bi taybetî xelkê vê herêmê zêdetir bike.

ENKSê di daxuyaniya xwe de got: “Rêveberiya PYDê bi kiryarên xwe yên tirsnak yên li dijî welatiyan berdewam e û her kesê ku li dijî îdyolojiya wê be, çi kes û çi hêzên siyasî be ku di serî de ENKSê, dike armanc.”

Di berdewamê de hat gotin: “Êdî ne veşartî ye ku desthilatdariya defakto ya PYDê bi xistina hemû hêz û karînan di destê xwe de, nekariye çareseriyên pêwîst ji pirsgirêkên herî hêsan ên jiyanê re bibîne.”

Dawiyê ENKSê bal kişand ser siyaset, kiryar û binpêkirinên Rêveberiya Xweser û diyar kir ku di van şert û mercên dijwar ên jiyanê de, ên wekî nebûna av, elektrîk, giranbûna nirxê sotemeniyê, ferzkirina bacê li ser welatiyan û herwiha binpêkirinên wek revandina zarokan û leşkerkirina wan di kampan de, bandoreke mezin li ser bêaramiyê herêmê kiriye.