Parlamentoya Sûriyê li ser gefên êrîs û operasyonan ên Tirkiyê bang li NY kir

02 November 2021 21:07 0 dîtin
Parlamentoya Sûriyê li ser gefên êrîs û operasyonan ên Tirkiyê bang li NY kir

PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya rejîma Sûriyê Hemûd Sebbax gef û kiryarên Tirkiyê yên şermezar kir û bang li Civaka Navdewletî kir ku rê li ber kiryarên Tirkiyê bigirin. Herwiha hejmarek parlamenterên sûrî jî bang li Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin ku rê li ber êrîş û operasyonên Tirkiyê yên ser xaka Sûriyê bigirin.

Sebbax got, ew bi tundî biryara dirêjkirina du salan a tezkereya Parlementoya Tirkiyê şermezar dikin ku rê dide operasyoneke leşkerî li dijî Iraq û Sûriyê.

Serokê Parlamentoya Sûriyê, ew biryar bi nerewa û neyasayî bi nav kir û daxwaz ji Civaka Navdewletî kir, ku rêgiriyê li ber binpêkariyên hikûmeta Tirkiyê ya li dijî xelkên sivîl bikin.

Herwiha hejmarek endamên Parlamentoya Sûriyê jî ragihandin ku derbasbûna Tirkiyê ya nav xaka Sûriyê gefeke metirsîdar e li ser aştî û ewlehiya navdewletî û binpêkirina yasayên navdewletî.

Parlamenterên Sûrî daxwaz ji Encûmena Asayişê ya Navdewletî kirin ku siyaset û kiryarên hikûmeta Tirkiyê protesto bike û wê neçar bike ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û nema piştgiriya terorê bike.