Li Xezeyê keça êzidî ya revandiya DAISê bi operasyona Îsraîl-Amerîka hate rizgarkirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku keçeke êzidî ya revandiya rêxistina terorîst DAIŞê di sala 2014an de hate rizgarkirin.
Li gor agahiyan, keçae Êzidî ya ji Şengalê bi navê Fewziye Emîn Seydo ku sala 2003yan jidayîk bûye û şeva dagirkirina Şengalê ji aliyê çekdarên terorîstên DAIŞê ve hatibû revandin, hatiye rizgarkirin.
Hate zanîn kuû ji wê demê ve çarenivîsa wê keçê nediyar bû, lê paşê derketiye holê ew birine Xezeyê û ji wir hatiye rizgarkirin.
Hate diyarkirin ku ew keça êzidî di operasyoneke hevbeş ya Îsraîl-Amerîkayê de hatiye rizgar kirin û duh 2ê Cotmeha 2024an jî radestî erkên Iraqê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin