Keça Kurd ku ji destê DAISê hate rizgarkirin vegiriya Sengalê
PeyamaKurd - Keça Kurd a Êzdî Kovan Îdo ku wek bi hezaran hevolên xwe di 2024an de ji aliyê rêxistina terorê ya DAIŞê ve hatibû revandin û demek berê li Rojavayê Kurdistanê hatibû rizgarkirin vegeriya Şengalê.
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan a Herêma Kurdistanê Husên Qaidî ji Rûdawê re ragihand ku Keça Kurd Kovan Îdo doh vegeriyaye Şengalê.
Qaidî da zanîn ku dê û bavê Kovanê çûne ser dilovaniya xwe lê belê xizmên wê li parêzgeha Duhokê ne û got, “Kovanê doh vegeriya Şengalê û wê di rojên bê de vegere cem xizmên xwe yên li Dihokê.”
Hate hînbûn ku keça Kurd a Êzdî Kovan Îdo di 2014an de, di 16 saliya xwe de ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatiye revandin, piştî ku hatiye rizgarkirin li Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê maye.
Di êrişa rêxistina terorê ya DAIŞê ya 3yê Tebaxa 2014an a li dijî Şengalê de DAIŞê bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kirin û 6 hezar û 417 kes ji wan jî revandibû.
Li gorî daneyên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan a Herêma Kurdistanê, heta niha 3 hezar û 575 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin hatine rizgarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin