Belgefîlmê çîroka xembar a keça Kurd sayanî çend xelatên Krakovê hate dîtin
PeyamaKurd - Belgefîlmê "Dar Bêdeng in" a Derhêner Agnieszka Zuwefka ya ku çêroka xembar a keçeke kurd û malbata wê vedibêje, di 64emîn Festîvala Fîlman a Krakovê de hêjayî gelek xelatan hat dîtin.
Belgefîlmê “Dar Bêdeng in” çêroka trajîk a keçeke Kurd a bi navê Runa ya 16 salî û malbata wê vedibêje.
Belgefîlm di 64emîn Festîvala Fîlman a Krakovê de "Xelata Belgefîlma Herî Baş" û "Xelata Taybet a Juriyê" wergirt.
Di dema ku belgefîlm ji aliyê juriyê ve ji bo Xelata Fîlman a Ewropayê hat namzedkirin, Runa xelateke taybet wergirt.
Pyotr Schliszkowskiyê ku serokatiya Jûriya festîvalê dikir, pesnê fîlm da û heyraniya xwe ya ji bo çêroka belgefîlm anî ziman.
64emîn Festîvala Fîlman a Krakovê ji 26ê Gulanê heta 2yê Pûşperê, li sînemayên Krakow ê Polonyayê pêk hat.
Di festîvalê de 180 fîlmên dirêj, anîmasyon û belgefîlm hatin pêşandan.
Festîvala Fîlman a Krakowê di lîsteya taybet a berbijêrên Oscarê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin