Li Brîtanyayê wesana rêzefilma çîroka kustina keça Kurd dest pê dike

28 September 2020 18:16 0 dîtin
Li Brîtanyayê wesana rêzefilma çîroka kustina keça Kurd dest pê dike

PeyamaKurd – Li ser kûştina keça kurd a bi navê Benaz (Banaz Mahmoud) ku sala 2006an dema 20 salî bû ji aliyê bav û apê xwe ve hatibû kuştin, li Brîtanyayê rêzefilmek hat kişandin

Benaz, bi eslê xwe ji başûrê Kurdistanê ye û di 10 saliya xwe de ligel malbata xwe çûye Brîtanyayê. Dema 17 salî bûye malbata wê bi zorê dizewicîne û piştre ji ber tûndûtûjiyê serî li dadgehê dide û ji "hevjînê" xwe cuda dibe.

Piştî ku Benaz tê kuştin polîs cinazeyê wê di baholekê de li nav çalekê dibînin.

Rêzefilma li ser çîroka xembar a keça Kurd, îşev 28ê Îlona 2020an bi dema Londonê li demjimêr 21.00 di ITV de tê weşandin û beşa dûyem jî sibe li demjimêr 21.00 tê weşandin.
Senaryoya rêzefilmê bi navê ‘Rûmetê’ Gwyneth Hughes nivîsandiye û derhêner Richard Laxton e. Kêşana rêzefilmê Îlona 2019an dest pê kiriye ku diviyabû Nîsana 2020ê bihata weşandin. Lê belê ji ber vîrûsa koronayê weşana rêzefilm hatiye paşxistin.