Brîtanyayê lîsansa wesana televizyona rûsî RT betal kir
PeyamaKurd – Saziya Kontrola ser medyayê ya Brîtanyayê Ofcom, ji ber êrîşa ser Ûkraynayê ku ji 24ê Sibatê ve berdewam dike û propagandaya rûsû, lîsansa weşanê ya televizyona fermî ya Rûsyayê Russia Today (RT) betal kir.
Ofcomê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku ew biryar ji bo derhal were bicihkirin hatiye dayîn.
Welatê Brîtanya di sepandina dorpêçên ser Rûsyayê de serî dikişîne û herwiha alîkariyên darayî û çekan jî bi Ûkraynayê re didomîne.
Li gorî medya îngilîz biryara Ofcomê ya betalkirina lîsansa weşana RTyê li ser 29 lêpirsînên derbarê şerê Ûkrayna-Rûsyayê hatiye dayîn ku weşanên alîgirî û xapandinê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin