Brîtanyayê dest danî ser yata super a olîgarkê rûsî ku nirxê wê 38 milyon sterlîn e
PeyamaKurd – Hikûmeta Brîtanyayê ragihand ku wan dest daniye ser yateke super a olîgarkekî rûsî yê nêzîkî Pûtîn ku nirxê wê 38 milyon sterlîn e.
Hat diyarkirin ku li bendera Canary Wharf a li rojhilatê Londonê ew yata olîgarkê rûsî ku navê wî nehatiye eşkere kirin, hatiye desteserkirin.
Ew yata super a binavê ‘Phi’ ku 58,5 metre ye li ser navê Girava Saint Kitts a Giravên Karayipê tomarkirî ye û ala Maltayê li ser hebûye.
Wezîrê Gihandinê yê Brîtanyayê Grant Shapps eşkere kir, "Me îro dest danî ser yateke super a 38 milyon sterlînan. Me îkoneke ku dewlemendî û hêza Rûsyayê temsîl dike desteser kir ku ev hişyariyeke zelal e ji bo Pûtîn û alîgirên wî.”
Beriya niha di çarçoveya dorpêçên ji ber şerê Ukraynayê li ser Rûsyayê hatine sepandin de, li Îtalya û Fransayê jî yatên olîgarkên rûsî hatibûn desteserkirin ku Brîtanya cara yekem dest datîne ser yateke olîgarkekî rûsî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin