Hêzên Deryavaniya Brîtanyayê dest danî ser mosekên pêsketî yên Îranê
PeyamaKurd - Balyozxaneya Birîtaniya Îmaratê ragihand ku keştiya şer ya Hêzên Deryayî ya Brîtanyayê, yekem car belemên moşekên pêşketî yên Îranê û motorên moşekên Kiroz yên Îranê ku ber bi Yemenê ve diçûn girtin.
Li gorî zayariyan ew belemên ku barên wan moşekên pêşketî yên Îranê û motorên moşekên Kiroz bûn, di nav avên başûrê Îranê de hatine dîtin û Îranê dixwest wan moşekan radestî Husiyên Şî`e yên Yemenê bike.
Birîtaniyayê şandina alavên pêşketî ji bo Husiyên Yemenê ji aliyê rejîma Îranê ve wekî binpêkirina biryarnameya 2216an ya Encûmena Asayîşa Navdewletî pênase kir.
Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî Nîsana sala 2015an, dema destpêkirina şerê navxweyî yê Yemenê, ji bo pêşîgirtina şerê navxweyî yê Yemenê, biryarnameya 2216an pejriand ku şandina hemû cûre alavên şer bo Yemenê qedexe kiribû. Lê belê Îranê di şandina çekan de bo Hûsiyan dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin