Olîgarkê Rûsî yê Ûkraynî li koska xwe ya Brîtanyayê mirî hat dîtin
PeyamaKurd – Olîgark (sermayedar û dewlemend) Mikhail Watford ku bi eslê xwe ji Ûkraynayê ye, bi awayekî guman li qesra xwe ya li bajarê Surrey ê Brîtanyayê mirî hat dîtin.
Li gorî zanyariyên belav bûne, êrîşa ser Ûkraynayê gelekî bandor li ser deruniya Watford kiriye û li garaja mala xwe, xwe darve kiriye û dawî li jiyana xwe aniye.
Polîsê Brîtanyayê mirina Watford wekî ‘mirineke nayê ravekirin’ bi nav kiriye.
Hêjayî gotinê ye, Olîgark Watford hîn neketibû nav lîsteya dorpêçên ser Rûsyayê.
Dostekî Watford ji rojnameya The Sun re axiviye û gotiye, ew guman dikin ji ber êrîşa Rûsya ya ser Ûkraynayê deruniya wî xira bûbe û dawî li jiyana xwe anîbe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin