Tirkiye amadekariya pêswazikirina olîgarkên rûsî dike

27 March 2022 13:15 0 dîtin
Tirkiye amadekariya pêswazikirina olîgarkên rûsî dike

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li paytexta Qeter Dohayê beşdarî Foruma Dohayê bû û li ser mijara dorpêçên welatên rojavayî bi ser olîgarkên Rûsî de daxuyaniyên balkêş dan.

Çavuşoglu, pêşniyara hatina Tirkiyê li olîgarkên (milyarderên rûsî) kir û got, heger ti karekî neyasayî nekin, ew dikarin werin Tirkiyê û kar bikin.

Çavuşoglu li ser pirsa ‘Gelo olîgarkên rûsî yên dorpêç li ser wan hatine ferzkirin dikarin werin Tirkiyê?’ got, Tirkiye olîgarkên rûsî bi kêfxweşî pêşwazî dike û ji bo kar bikin jî pêwîste li gorî hiqûqa navdewletî kar bikin.

Herwiha Wezîrê Tirk li ser hatina welatiyên rûs bo Tirkiyê jî diyar kir ku ew kengî bixwazin helbet dikarin werin û Tirkiye ti pirsgirêkan ji turîstên rûsî re dernaxe.

Hêjayî gotinê ye, ji ber êrîşa Rûsya ya ser Ukraynayê di serî de Amerîka û Brîtanyayê gelek welatên ewropî qedexe danîne ser olîgarkên rûsî û hemû karên wan hatine astengkirin.