Rayedarê Rûsî Tirkiye bi îxanetê tawanbar kir

11 July 2023 19:02 0 dîtin
Rayedarê Rûsî Tirkiye bi îxanetê tawanbar kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Komîteya Parastin û Ewlehiyê ya Encûmena Federasyonê ya Rûsyayê Victor Bondarev, li ser hevdîtina Erdogan û Zelensky û vegerandina fermandarên Azozê rexneyên tund li Tirkiyeyê girtin.

Li gorî nûçeya ajansa TACC a Rûsyayê,  Bondarev gotiye: “Mixabin, bûyerên di hefteyên dawî de rû dane bi zelalî diyar dikin ku Tirkiyeyê hêdî hêdî ji dewleteke bêalî vediguhere dewleteke ne dost, ji ber ku wê gelek biryarên provokatîf wergirtin.”

Bondarev bal kişand ser ku Tirkiye piştgiriyê dide hewldana Ukraynayê ya tevlîbûna NATOyê û diyar kir, lihevkirina li ser mayîna fermandarên tabûra Ukraynayê li Tirkiyeyê heta bidawîbûna şer bû, lê Tirkiyeyê ew serbest berdane. Bondarev got ku Tirkiyeyê bi zextên NATOyê ev biryar daye û bi gotina “lêdana xencera ji piştê” Tirkiye bi îxanetê tawanbar kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye, dema serdana serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky a Tirkiyeyê ya roja Îna borî hin biryar hatin dayîn ku Zelensky gotibû, 5 fermandarên tabûra Azov dê ji Tirkiyeyê vegerin Ukraynayê û Rûsyayê bertekên tund ji vê biryarê re nîşan dabû.