Baroyên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê: Bila tawanbarên Refahê li Tirkiyeyê bêne darizandin

28 May 2024 15:19 0 dîtin
Baroyên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê: Bila tawanbarên Refahê li Tirkiyeyê bêne darizandin

PeyamaKurd - 81 baroyên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, hêrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî kampa li Refahê ya ku Filistîniyên ji deverên din ên Xezzeyê koçber bûbûn û li vê kampê kom bûbûn şermezar kirin.

Di derbarê hêrişa ku 45 kesan canê xwe ji dest dabûn de, 81 baroyan daxuyaniyek hevpar belav kirin.

Di daxuyaniya ku bi serenavê “Bêdengmayîna li hemberî komkujiyê hevkariya komkujiyê ye” hate belavkirin de hate gotin ku “Em bang li her kes û aliyî dikin ku pêşî li hêrişên hovane yên Îsraîlê bigirin û li gey gelê Filistînê bisekinin.”

Di daxuyaniya hevpar de wiha hate gotin:

“Li gorî payînên destpêkê, di encama hêrişa frokeyên şer ên Îsraîlê ya di 26’ê Gulanê ya li dijî sivîlên ku ji ber şer ji mal û axa xwe bûne û di çadiran de bi cih bûne, zêdeyî 45 Filistîniyan canê xwe ji dest dane û bi dehan Filistînî jî brîndar bûne.

Her çend 3 roj beriya niha, Dîwana Dadê ya Navneteweyî biryar dabe ku Îsraîl hêrişên xwe yên leşkerî û hemû kiryarên xwe yên li Refahê rawestîne jî, komkujiya Îsraîlê ya li Refahê ya li dijî sivîlan nîşan dide ku; Dewleta Îsraîlê ne nirxên mirovahiyê û ne jî hiqûqa navneteweyî nas dike.”

Di berdewamiya daxuyaniya hevpar a 81 baroyan de hate gotin ku “Îsraîl, li ber çavê hemû dinyayê, ‘jenosîd’ û ‘tawanên li dijî mirovahiyê’yên ku di rêzikên peymanên navneteweyî û bendên 76 û 77emîn ên Yasayên Komara Tirkiyeyê de hatine destnîşankirin pêk aniye û pêk tîne. Ji ber van sedeman, di çarçoveya benda 13/3 ya maddeya Yasaya Komara Tirkiyeyê de, ji bo kesên ku van tawanan kirine li Tirkiyeyê bêne darizandin, em bang li Wezareta Dadê dikin ku ji bo darizandinê daxwaza van kesan bike. Ev banga me, li gel grêbestên navneteweyî, li yasayên neteweyî (Tirkiye) jî digoncive.”

Di dawiya daxuyaniya hevpar a 81 baroyên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de wiha hate gotin:

“Ew ên ku li hember vê zilmê bêdeng dimînin, wê li hemberî hiqûq û dîrokê wek hevparên vî tawanî bêne bibîranîn û wê di dîrokê de weke kesên qirêt cihê xwe bigirin.