Rayedarê NY Tirkiye bi kustina sivîl û zarokên Til Rifetê tawanbar kir

08 December 2019 21:40 0 dîtin
Rayedarê NY Tirkiye bi kustina sivîl û zarokên Til Rifetê tawanbar kir

PeyamaKurd - Berdevkê Civata Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Robert Colville, di daxuyaniyekê de ji ber êrîşa Til Rifetê Tirkiye bi kuştina 10 sivîlan ku 8 jê zarok bûn tawanbar kir.

Colville  herwiha da zanîn ku ji dema peymana di navbera Amerîka û Tirkiyê ya di 17ê Cotmehê de, komiseriyê bilindbûna êrîşên bi erebeyên bombebarkirî li herêmên ku tê de şênî hene, wek sûkên li Hesekê, Reqa û Helebê tomar kirine.

Komiseriyê destnîşan kiriye ku ev binpêkirin wê xwe bigihînin sînorê bêserûberî û binpêkirina xeter a qanûna mirovî ya navdewletî û tawanên şer.