Lubnan | Tirkiye dest bi derxistina sivîlan kir

10 October 2024 09:43 0 dîtin
Lubnan | Tirkiye dest bi derxistina sivîlan kir

PeyamaKurd – Bi hemahengiya Wezareta Derve ya Tirkiyê û Wezareta Berevaniya Netewî, veguhestina sivîlan ku piraniya wan welatiyên Tirkiyê ne, ji Lubnanê destpê kir.

Barê keştiyên amfibiyayê TCG Bayraktar û TCG Sancaktar ên ku alîkariya însanî dibirin Lubnanê, li Bendera Beyrûtê hat daxistin.

Piştî ku TCG Bayraktar ji bo valakirinê hat amadekirin, sivîlên ku piraniya wan welatiyên Tirkiyeyê bûn, piştî kontrolkirina bagajan dest bi birin TCG Bayraktarê kirin.

Di nav kesên siwarî keştiyê de kal, astengdar, pitik û zarok jî hebûn.

Piştî ku amadekarî bi dawî bûn wê sivîl li TCG Sancaktarê bên siwarkirin.

Her du keştî piştî ku prosedurên wan bi dawî bibin wê ber bi Tirkiyê ve biçin.