Tirkiyeyê, li Eyn Îsayê 11 sivîl kustin
PeyamaKurd – Li bajarokê Eyn Îsayê yê Rojavayê Kurdistanê 11 kesên ji heman malbatê di bombaraneke Tirkiyeyê de hatin kuştin.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirov a Sûriyeyê (SOHR), droneke Tirkiyeyê li gundê Musterihayê yê Eyn Îsayê malek bombebaran kiriye.
SOHRê ragihandiye ku di encama bombebaranê de ji heman malbatê 11 kes hatine kuştin.
SOHRê her wiha daye zanîn ku di nav kuştiyan de 6 zarok û jin hene.
Li aliyê din, ajansa nûçeyan a ANHAyê jî daye zanîn ku di wê bombebaranê de 12 kesan canê xwe ji dest daye.
Li gorî zanyariyên SOHRê, Tirkiyeyê îsal li Rojavayê Kurdistanê 191 êrişên esmanî pêk anîne.
Di encama wan êrişan de 55 kesan canê xwe ji dest daye û 49 ji wan şervan 122 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin