Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê: Tirkiye perpirsiyarê kustina sivîlên li Duhokê ye
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cuma Inad di hevpeyvînekê de diyar kir: “Tirkiye perpirsiyarê kuştina sivîlên li Duhokê ye û mafê qurbaniyên topbarana Tirkiyê wê bê berdêl wenda nebe.”
Inad di hevpeyvîneke bi kanala “Alarabiya” de da zanîn, Enqerê “bersiva bangên Bexdayê nedaye” ku hêzên xwe ji leşkergeha Zîlikanê vekişîne û got, “hêzeke Tirkiyê ya bi qasî lîwayekê, 20 km derbasî bakurê Iraqê bûye.”
Inad li ser topbarana hefteya borî ya li ser navçeyeke geştiyariyê ya Zaxoyê ku di encamê de hejmarek sivîl hatin kuştin û birîndarkirin de eşkere kir: “Tirkiye di topbarana xwe ya dawî de, topên giran ên ji cureyê 155mm bi kar anî.”
Herwiha Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê got: “Tirkiye dewleteke cîran û dost e, lê wê pir destdirêjî kirin.” Inad ji aliyekî din ve jî got: “PKKê sûd ji şert û merc dît kir û ket kûrahiyê Iraqê.”
Di berdewamiyê de destnîşan kir: “Me pêşniyara avakirina navendên hevrêziyê li Diyarbekir û Mûsilê ji Tirkiyê re kir, lê em ji topbarana Tirkiyê matmayî man, ji ber ku Tirkan bi me re hevahengî nekir.”
Inad da zanîn: “Tirkiye perpirsiyarê kuştina sivîlên li Duhokê ye û mafê qurbaniyên topbarana Tirkiyê wê bê berdêl wenda nebe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin