Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê serdana Zaxoyê kir

15 October 2022 16:58 0 dîtin
Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê serdana Zaxoyê kir

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê li Zaxoyê ji aliyê rayedarên leşkerî ve hat pêşwazîkirin.

Li gor zanyariyan, îro Şemiyê 15ê Cotmehê, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cuma Înad serdana Zaxoyê kir.

Hat ragihandin ku armanca vê, serdanîkirina akademiya leşkerî ya Zaxoyê û lidarxistina civînê ye li gel rayedarên vê akademiyê.

Hat eşkerekirin ku Cuma Înad dema gihîştina xwe ya ji bo Zaxoyê, ji aliyê rayedarên akademiya leşkerî ya Zaxoyê ve hat pêşwazîkirin.