Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê îro serdana Kerkûkê kir
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê îro serdana Kerkûkê kir û biryar e bi berpirsên leşkerî yên artêşa Iraqê re li ser cibicîkirina rêkeftina bi Wezareta Pêşmerge re danûstanan bike.
Li gor zanyariyan, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cuma Inad îro gihîşt bajarê Kerkûkê. Biryar e ew di civînên bi berpirsên leşkerî û ewlekariyê re behsa danîna nexşeya cibicîkirina rêkeftina ewlekariyê ya bi Wezareta Pêşmerge re bike, ji bo dagirtina valahiyê ewlehiyê li navçeyên Kurdistanê.
Berî niha Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê rêkeftinek derbarê dagirtina valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê îmze kiribûn. Biryar jî hate dayîn ku çend navendên hevbeş ji bo vê armancê bêne avakirin. Do 19ê Gulanê jî ew rêkeftin li parêzgeha Diyaleyê kete warê cibicîkirinê û odeyeke hevbeş hat pêkanîn.
Herwiha zanyarî didin zanîn, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê îro li Kerkûkê erkê dahatî yê hêza Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî ji berpirsên leşkerî û ewlekariyê re eşkere dike ku biryar e ji destpêka hefteya bê ve komîteyeke hevbeş a hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê li Kerkûkê were pêkanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin