Iraqê serdana Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê bo Bexdayê hilwesand

12 August 2020 11:09 0 dîtin
Iraqê serdana Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê bo Bexdayê hilwesand

PeyamaKurd - Ji ber êrîşa Tirkiyê ya li ser artêşa Iraqê, Wezareta Derve ya Iraqê wek nerazîbûnekê li dijî bombebarana artêşa Tirkiyê, serdana wê sibê Pêncşemê, ji aliyê Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê bo Bexdayê bihata kirin hilweşand.

Bi daxuyaniyekê Wezareta Derve ya Iraqê, bombebarana artêşa Tirkiyê ser otomobîleke artêşa Iraqê û şehîdkirina çend serbaz û 2 fermandaran şermezar kir.

Li gor daxuyaniya Iraqê, Tirkiyê bi binpêkirina yasayên navdewletî, derbaskirina sînor û rêznegirtina li cîrantiyê tometbar dike û daxwaz dike, Tirkiye artêşa xwe ji nava xaka Iraqê vekişîne.

Herwiha li gor daxuyaniyê, Iraq rê nade xaka xwe ji bo êrîşkirina li ser tu welatekî cîran bikar bê û bibe meydana yekalîkirina nakokiyan.

Do di encama êrîşa balafireke bêbalafirvan a Tirkiyê de, li navçeya Sîdekanê, Fermandarê Fewca Sê yê Pasewanên Sînor Ebdulemîr Zubêr Halî û Fermandarê Lîwaya Du ya Pasewanên Sînor Mihemed Reşîd û serbazekî şehîd bûn.