Wezîrên berevaniyê yên Rusya û Tirkiyeyê axivîn
PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê ve daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusi Akar û Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu, bi rêya telefonê axaftinek kiriye.
Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku Hulusi Akar û Sergey Şoygu, li ser berevaniya herêmî û mijarên ewlehiyê axaftineke telefonî kiriye. Di hûrgiliyên daxuyaniyê de hat gotin ku
“Ji bo di mijara provakasyonên ku rewşa ewlehiya herêmê dijwartir bike, hat xwestin ku baldartir bê tevgerandin û li ser hewilên bi vî rengî yên li qadê, di derbarê tevgerîna bi hevkarî de dan û stendin hatine kirin.”
Hat diyarkirin ku Hulusi Akar di axaftina xwe de ragihandiye ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, ji bo ku li herêmê agirbest bê kirin, bingeha aştiyê bê danîn û ji bo ji nû ve damezirandina alîkariyên mirovî û damezirandina bingeha aramiyê, amade ye û wekî ku her gav tîne zimên; çi ji destên wî bê, ew ê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin