Wezîrên Berevaniyê yên Amerîka û Tirkiyê axivîn
PeyamaKurd – Wezîrê Berevanî yê Serkar yê Amerîkayê Mark Esper û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkîyê Hulusî Akar bi rêka telefonê axivîn.
Di axaftinê de her du wezîr ser sîstema berevanîyê û rewşa Sûrîyê axivîn û wekî din ti hûrgilî nehat dayîn.
Berî vê axaftinê Esper dabû zanîn ku helwesta wan ya ser S-400 û bernameya F-35 neguherîye.
Li ber bû ku Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ser S-400 daxuyanîyekê bide, lê ew hat taloq kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin