Koska Spî: Koma Wagner wek reqîbê artêsa Rûsî derketiye holê!

23 December 2022 02:07 0 dîtin
Koska Spî: Koma Wagner wek reqîbê artêsa Rûsî derketiye holê!

PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Koşka Spî John Kirby derbarê koma Wagner a leşkerên kirêkirî yên Rûsî de daxuyanî dan.

Kirby got ku ji aliyê wan ve bi eşkereyî tê zanîn ku Koma Wagner wek navendeke hêzê ya reqîbê artêşa Rûsya û wezaretên rûsî derketiye holê.

John Kirby di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku ew îro li ser hovîtî û binpêkirinên mafên mirovan ên kompaniya leşkerî Wagner a Rûsî hurgiliyên nû parve dike û di dewamê de got: "Ji bo me gelekî eşkere ye ku Wagner wek navendeke hêzê ya reqîbê artêşa Rûs û wezaretên rûsî derketiye holê.”

Kirby da xuyakirin ku xwediyê Wagnerê Yevgeniy Prigojin her diçe zêdetir bandora wî li ser Kremlînê û rayedarên leşkerî çêdibe û bi awayekî eşkere êdî rayedarên Rûsî dikevin bin fermandariya Wagnerê ku bi eşkere rexneyan li wan digire.

Herwiha Kirby ragihand ku meha borî Koreya Bakur roketên piyade jî di nav de komek çek radestî Wagnerê kirine.