Erdogan li Koska Serokomariyê pêswazîya Meral Aksener kir

05 June 2024 18:33 0 dîtin
Erdogan li Koska Serokomariyê pêswazîya Meral Aksener kir

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Ak Partiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî hilbijartinên 31ê Adarê yên şaredariyan ku partiya wî şikest xwaribû û duyemîn derketibû, peyamên asayîbûnê ji bo opozîsyona Tirkiyê dabûn û yekem hevdîtina xwe ligel Serokê CHPê Ozgur Ozel pêk anîbû.

Erdogan îro 5ê Hezîranê jî bi awayekî surprîz ligel Seroka berê ya IYİ Partiyê Meral Akşener civiya ku piştî vekişîna ji posta seroktiya partiya xwe ev hevdîtin pêk hat.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan, li Koşka Serokomariyê pêşwazî li Meral Akşenerê kir ku beriya partiya xwe ava bike ji MHPê cûda bûbû. 

Li aliyê din berpirsên IYI Partiyê dibêjin, ew ji vê hevdîtinê ne haydar bûn û ji bo wan jî surprîz çêbûye ku heta niha ti daxuyaniyek derbarê naveroka civîna Erdogan-Akşener de nehatiye dayîn.