Erdogan li Koska Serokomariyê pêswazî li Mehmûd Abbas kir
PeyamaKurd – Serokê Filîstînê Mehmûd Abbas îro 25ê Tîrmehê bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Tirkiye Enqereyê.
Mehmûd Abbas, li Koşka Serokomariya Tirkiyeyê ji aliyê Serokomar Recep Tayyip Erdogan ve bi merasîmeke fermî hate pêşwazîkirin.
Di merasîmê de, şandên herdu welatan hatin nasandin û piştre jî hevdîtina rûbirû di navbera Erdogan û Abbas de dest pê kir.
Derbarê naveroka hevdîtinê de hîn daxuyaniyek nehatiye dayîn. Herwiha biryar bû roja Duşemê Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû jî serdana Tirkiyeyê bike, lê ji ber nexweşiya dil Netanyahû ew serdan betal kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin