Erdogan li Koska Serokomariyê bi Serokê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu re civiya
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (PUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu li Koşka Serokomariya Tirkiyê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin.
Li ser hesabê medya civakî yê Serokomariya Tirkiyê hatiye belavkirin ku Erdogan li Koşka Serokomariyê pêşwazî li Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu kiriye.
Hat diyarkirin ku hevdîtina Erdogan û Yapicioglu ji medyayê re girtî hatiye kirin û derbarê naveroka hevdîtinê de jî heta niha ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di demên dawî de li Tirkiyê hilbijartinên pêşwext têne nîqaşkirin ku partiyên opozîsyonê dibêjin, îhtimal heye Erdogan ji nişkave biryara hilbijartinê bide ku heta niha digot, wê hilbijartin di Hezîrana 2023yan ango di dema xwe de bêne kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin