Erdogan bi serokê HUDAPARê Zekerya Yapicioglu re civiya
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, îro 5ê Çileyê 2023yan li Navenda Giştî ya AK Partiyê pêşwazî li Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekerya Yapicioglu kir.
Hat zanîn ku Yapicioglu îro li demjimêr 18:00 li Enqereyê derbasî Navenda Giştî ya AK Partiyê bûye û ligel Erdogan civiyaye. Derbarê hevdîtinê de hîn daxuyaniyeke fermî ji herdu aliyan ve jî nehatiye dayîn.
Çend roj berê Zekeriya Yapicioglu, li ser pirsa derbarê tifaqên hilbijartinê li bajarê Edeneyê ragihandibû ku niha çend pêşniyar hene, lê hîn wan biryarek nedaye.
Serokê HUDAPARê gotibû, “Heger merc guncaw bibin û pêşniyazek were em dikarin di nav tifaqekê de cî bigirin...Lê hîn wan bi aliyekî re li hev nekiriye. Heger hevdîtin bigihin encamê em ê ji raya giştî re eşkere bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin