Zekerya Yapicioglu bû serokê nû yê HUDA-PARê
PeyamaKurd - Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) îro 2yê Hezîranê li payexta Tirkiye Enqerê kongreya 4emîn li dar xist û Zekeriya Yapicioglu bû Serokê nû yê partiyê.
Di kongreya çaremîn a HUDA-PARê de bi dengê delegeyan li şûna serokê niha Îshak Saglam, serokê berê yê partiyê Zekeriya Yapicioglu ji nû ve hat hilbijartin.
Di kongreya HUDA-PARê de peyama Serok Mesûd Barzanî jî hate xwendin û bi germî hat pêşwazî kirin.
Îshak Saglam di kongreyê de daxwaza mafê zimanê Kurdî jî kir û go: 'Divê zimanê Kurdî bibe zimanê duyemîn ê fermî û bibe zimanê perwerdehiyê.'

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin