Ji Serokê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu daxuyaniya tifaqa hilbijartinan: Li 3 bajaran…
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu, di bernameyeke televizyoneyeke Tirk de, derbarê hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê û tifaqa hilbijartinan de daxuyanî dan. Yapicioglu got, "Emê li piraniya bajarên Tirkiyeyê bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinan bibin.”
Herwiha Serokê HUDAPARê li ser tifaqa hilbijartinê jî bêyî ku navê wan bajaran bide ragihand, wan tenê li sê bajaran biryar daye piştgiriyê bidin namzedên Tifaqa Cumhur ku AK Partî û MHP serkêşiya wê dikin.
Yapicioglu got: “Li bajarên din bi îhtimaleke mezin emê bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinan bibin. Lê wekî min got, dibe ku bi awayê herêmî hin tifaq çêbibin. Heke bibe jî emê bi şêwra teşkîlatên xwe yên wan deran û dînamîkên wan herêman biryarê bidin.”
Zekerya Yapicioglu diyar kir, li gorî dixuyê ew dê li 922 navçe û 51 bajarên ne di statûya şaredariyên bajarên mezin de ne, bi namzed, nav û logoya xwe beşdarî hilbijartinan bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin