Erdogan li Koska Serokomariyê pêswazî li Ehmed Sera kir
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro 4ê Sibatê li Koşka Serokomariya Tirkiyeyê pêşwazî li Serokê rêveberiya serdema veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera kir.
Ehmed Şera piştî Erebistana Siûdî duyemîn serdana xwe ya derve ya piştî ruxandina rejîma Esed bo Tirkiyeyê kir.
Li gorî zanyariyên medya Tirk, di hevdîtina Erdogan û Şera de mijara sere têkoşîna dijî terorê û hebûna HSD/YPGê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ye.
Herwiha mijarên aborî, bazirganî û hevkariya derbaskirina qonaxa rêveberiya veguhêz jî mijarên herî girîng ên vê serdana Ehmeda Şera ya bo Enqereyê ne.
Serokê Ragihandina Serokomariya Tirkiyê Fahrettin Altun, doh beriya vê serdanê eşkere kiribû ku Serokê nû yê Sûriyeyê roja Sêşemê serdana Enqereyê dike.
Altun gotibû, serdana Şera li ser vexwendina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêk tê û geşedanên dawî yên Sûriyeyê ji hemû aliyan ve dê werin gotûbêjkirin, bi taybetî jî vejandina sektora aborî, aramî û ewlehiya Sûriyeyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin