Hillary Clinton û keça wê çîroka wêrekiya jinên Kurd ên Rojava dikin rêzefîlm
PeyamaKurd – Romana "Keçên Kobanî; Çîroka Serhildan, Wêrekî û Dadperwerî", bi rêya kompaniyeke hunerî, ji aliyê Hillary Clinton û keça wê Chelsea Clinton dibe rêzefîlm.
Li gor zanyariyên ji medya Amerîka, HiddenLight Production - ku ji aliyê Clinton, keça wê Chelsea û Sam Branson ve di Kanûna 2020 de hatiye damezrandin - dê "Keçên Kobanî: Çîroka Serhildan, Wêrekî û Dadperwerî" ya Gayle Tzemach Lemmon bike rêzefîlm.
Romana "Keçên Kobanî; Çîroka Serhildan, Wêrekî û Dadperwerî" ji aliyê nivîskara Amerîkî Gayle Tzemach Lemmon ve hatiye nivîsandin û tê de qala çîroka wêrekiya jinên Kurd dike, ku di rêzên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) de li Kobanî rûbirûyî DAIŞê bûne.
Li gor malpera CNN Travel, romana Keçên Kobanî yek ji 12 berhemên herî nuwaze ye û bala xwendevanan kişandiye. Biryar e di 16ê Sibatê de ev berhem ji aliyê Penguin Press ve were belavkirin.
Romana "Keçên Kobanî" bi rêya gelek hevdîtin û amadekriina raportên li ser rola jinên Kurd, di eniya şerê dijî DAIŞê de li Rojavayê Kurdistanê hatiye amadekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin