YPJê ji bo fîlmê 'Keçên Kobanê' spasiya Hillary Clinton û keça wê kir!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku ligel YPGê di bin banê HSDê şerê dijî DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê kirine, bi sedema ku Wezîra Derve ya Amerîkayê Hillary Clinton û keça wê ji bo pirtûka ‘Keçên Kobanê’ amadekariya çêkirina rêzefilmekî dikin spasiya wan kir.
Li gorî nûçeya ajansa North Pressê YPJê ji bo amadekariyên rêzefilmê ‘Keçên Kobanî: Çîroka serhildan, wêrekî û edaletê’ peyameke spasiyê ji Hilarry Clinton û keça wê Chelsea re şandiye.
Fermandara Giştî ya YPJê Nesrîn Ebdullah, di peyama xwe ya ku ji ber fikrê wan ê çêkirina fîlm spasiyê HiddenLight Productions dike de, balê dikişîne ser ku gelek kompaniyan çîrokên têkoşîna Rojava tomar kirine û nivîsandine, lê kêm kesan karîne wan çîrokan li cîhanê danasîna wan bikin.
Nesrîn Ebdullah dibêje, ew dê gelekî kêfxweş bin ku di serketina vê projeyê de bibin alîkar û di nameya xwe ya bo Hillary Clinton de diyar dike:
“Em wek jinên Rojava li vir dîrokê dinîvîsînin; em ji bo hebûna xwe û mafên xwe şer dikin. Hûn jî bi belgekirina vê têkoşîna dîrokî ji bo azadî, edalet, mirovahî û mafên jinan rastiya me digihînin dinyayê.”
Pirtûka nivîskara Amerîkî Gayle Tzemach Lemmon a bi navê ‘Keçên Kobanî’ ku mijara wê têkoşîna dijî DAIŞê ya jinên Rojavayê Kurdistanê ye demek berê li Amerîkayê ji aliyê weşanxaneya Penguin Random House ve hat çapkirin.
Piştre jî kompaniya Hillary Clinton û keça wê Chelsea Clinton ragihand ku wan ji bo pirtûka ‘Keçên Kobanî’ bikin rêzefîlmekî televizyonê hemû mafên wê kirîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin