Pêsmergeyên Kurdistanê rojek wek îro Singal ji destê DAISê rizgar kirin

13 November 2022 15:05 0 dîtin
Pêsmergeyên Kurdistanê rojek wek îro Singal ji destê DAISê rizgar kirin

PeyamaKurd – Bajarê Şingalê ku 3yê Tebaxa 2014an ji aliyê rêxistina terorîst DAIŞê ve bi komkujiya Kurdên Êzidî hatibû dagirkirin, piştî salekê 13ê Mijdara 2015an bi serfermandariya Serok Mesûd Barzanî ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve rojeke wek îro hat rizgarkirin.

Di êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê de, bi qasî 10 hezar Êzidî ku jin û zarok jî di nav de hebûn hatibûn komkujkirin û revandin.

Operasyona azadkirina Şingalê 7 sal berê 12ê Mijdara 2015an bi serpereştiya rasterast a Serok Mesûd Barzanî, beşdariya zêdetirî 7 hezar û 500 Pêşmergeyan û piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hat destpêkirin û roja 13ê Mijdarê jî Şingal bi temamî ket destê Pêşmerge.

Serok Barzanî: Şingal sembola mezlumiyeta gelê Kurd e

Serok Barzanî 13ê Mijdara 2015an li ser çiyayê Şingalê mizgîniya rizgarkirina Şingalê da û got: “Ev rojek dîrokî ye û dastanek mezin li ser destê Pêşmergeyên qehreman hat tomarkirin.”

Serok Barzanî diyar kir: “Ev serkeftin li gelê Kurdistanê û malbatên serbilin ên şehîdan û bi taybetî li xuşk û birayên me yên êzîdî pîroz be dikim. Ev destan bi xwîna hejmarek şehîdên Pêşmerge hat kirin. Ji Xwedê hêvî dikim ku cihê şehîdan bihuşt be û birîndar zû baş bibin.”

Serok Barzanî herwiha destnîşan kiribû: “Şingal pir girîng e ji ber ku ew bajêr bûye sembola mezlûmiyeta ku hatiye serê miletê kurd. Ev serkeftin nameyek bû bo dijminan ku, ew kesê nêzîkî çi bajarekî Kurdistanê bibe, dê bi awayekî mezin tole jê were hildan û kes hizir neke careke din zilmê li gelê Kurd bike.”

Li aliyê din xebatên rizgarkirin û vegerandina Êzidiyên revandî ji aliyê rêveberiya Herêma Kurdistanê ve ji mêj ve dewam dikin û li gor amarên Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî, 6417 kes ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin û heta niha 3554 kes ji wan hatine rizgarkirin.

Parlamentoya Kurdistanê jî sala 2019an komkujiya ku bi serê Êzidiyan de hatiye kirin wek jenosîd pênaser û roja 3yê Tebaxê weke roja bîranîna vê karesatê ragihand.

Cotmeha 2020an Hewlêr û Bexdayê di bin çavdêriya nûnerê Netewên Yekbûyî li Iraqê de rêkeftinek ji bo asayîkirina rewşa Şingalê îmze kirin, xalên girîng ên vê rêkeftinê jî, vekişîna hemû hêzên çekdar ên neyasayî ji Şingalê, dabînkirina aramî û ewlehiyê, avadankirin û vegerandina koçberan û tayînkirina qeymeqamekî nû ye.

Herwiha Netewên Yekbûyî jî ev karesat wekî jenosîdeke li dijî koma etno-olî nas kiriye ku heta niha parlamentoyên Luksemburg, Almanya, Belçîka, Kanada, Amerîka û Senatoya Fransayê pênase li jenosîda Êzîdiyan a Şingalê kirine.