PKK naxwaze îdareya Singalê bi destê Kurdistanê be

06 November 2018 02:41 0 dîtin
PKK naxwaze îdareya Singalê bi destê Kurdistanê be

PeyamaKurd – Meclisa Xweser a Demokratîk a Şingalê ku nêzî PKKê ye, bang li hikûmeta Iraqê kir ji bo bibe asteng ku berpirs û saziyên Herêma Kurdistanê nekevin Şingalê.

Meclisa Xweser a Demokratîk a Şingalê piştî civîna xwe bi daxuyaniyekê ragihand: Mijarên wek tifaqa xelkê Êzdî û rêvebirina xweser a civaka Şingalê hatiye nirxandin û 5 biryar hatine stendin. Ev biryarana dê pêşkêşî hikûmeta Bexdayê bên kirin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku divê ji aliyê Hewlêr û Bexdayê rêz ji biryarên ku xelkê Şingalê stendine bê girtin. Herwiha hat diyarkirin ku bo pêşkêşî hikûmeta federal a Bexdayê bê kirin 5 biryar hatine stendin.

5 biryarên nav bûrî wiha ne.

  • “Divê rêveberiya Şingalê di civînê de amade be, ji bilî vê bo yên ne hazir cîvîn vekirî bê hiştin.”
  • “Em qebûl nakin kesek ji derveyê Şingalê rêveberiyê bike.”
  • “Em qebûl nakin Meclisa KDPyî were Şingalê û biryarên ji derveyê îradeya Şinalê hatine stendin red dikin.”
  • “Ji rewşa li Şingalê heyî Hikûmeta Iraqê berpirsiyar e, ji ber wê yekê  em ji Hikûmeta Iraqê dixwazin ku di vî warî de berpirsiyariya xwe pêkbîne.
  • “Em naxawazin Şingal bibe qurbanî di navbera siyaseta Hewlêr û Bexdayê de.”