Husên: Em soz dikin ku ji bo Êzidiyên Singalê çi ji destê me bê bikin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, îro 18ê Tebaxê di Konferansa Tawanên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan de got: “Iraqî ji ber teror û şer koçber bûne. Hikûmeta Iraqê jî kar ji bo qerebûkirina wan kesên ku bûne qurbaniyên DAIŞê, dike.”
Fuad Husên ragihand: "Wezareta Derve kar kiriye ku civaka navdewletî têbigihe van tawanan û em hewl didin di konferansê de gotûbêjan bikin, ka Iraq dikare çi bike ji bo parastina mirovatiyê û kêmkirina azarên gelê Iraqê.”
Husên diyar kir: “Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya komîteyeke lêkolînê hewla dîtina Êzidîyên winda dane, da ku vegerin nav malbatên xwe û bên qerebûkirin.”
Fuad Husên wiha got: “Em spasiya hemû hêzên ewlehiyê dikin ku di rizgarkirina bajar û gundan de, bi taybet Şingalê ku nîşana biratî û pêkvejiyanê ye, qurbanî dane.. Em spasiya hikûmet û parlamentoyên ku tiştê li Şingalê hatiye serê Êzidiyan, wek jenosîd nas kirine, dikin. Em jî soz didin ku ji bo qurbaniyan û malbatên wan, çi ji destê me bê em ê bikin.”
Husên di axaftina xwe de got: “Em piştgiriya xwe ji bo Êzidiyan dubare dikin û em careke din tekez dikin ku Wezareta Derve dê bi berdewamî ronahiyê bixe ser jenosîda Êzidiyan û em soz didin ku em ê her tiştî ji bo pêkanîna dadperweriyê û qerebûkirina malbatên qurbaniyên destê DAIŞê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin