Iraq: Biryara hinardeya Petrola Kurdistanê êdî di destê Tirkiyê de ye
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asim Cîhad derbarê mijara jinûve destpêkirina hinardeya Petrola Herêma Kurdistanê bi ser Tirkiyeyê de daxuyanî da.
Asim Cîhad got: “Êdî mijara hinardekirina petrola Kurdistanê ne girêdayî herdu hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê ye, niha biryar di destê Tirkiyê de ye. Divê ew rê ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bide. Ger ew derî vebe dê hemû pirsgirêk çareser bibin.”
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê bal kişand ser civîna Enqerê ya wezîrên Iraq û Tirkiyê û da zanîn: “Her du şandên Iraqî û yên Tirkiyê li ser wê yekê li hev kirine ku gotûbêj berdewam bin. Lê ji bo dubare destpêkirina danûstandinan di navbera her du şandan de, ti dîrok nehatiye diyarkirin.
Derbarê gilîkirina Tirkiyê li dijî Iraqê li dadgeha New Yorkê de Asim Cîhad ji K24ê re daye xuyakirin: “Ji mafê wan aliyên ku ji ber rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê ziyan dîtine, giliyê li aliyên din vekin. Lê em ji aliyê ti dadgehan ve nehatine agahdarkirin ku Enqere li dijî Bexdayê gilî kiriye.”
Asim Cîhad got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 50 hezar bermîlên petrolê radestî SOMO dike, lê pirsgirêk niha rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Tirkiyê ye û em hêvîdar in di demeke nêzîk de hinardekirina petrolê dest pê bike.”
Li gorî Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê, rojane nêzîkî 400 hezar bermîl petrol li bazara cîhanê kêm dike û ev jî zirarê dide hemû aliyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin