Li Rojava di navbera SMO û HSDê de ser derket: Bi dronê li alavekî HSDê xistin

21 December 2024 17:36 0 dîtin
Li Rojava di navbera SMO û HSDê de ser derket: Bi dronê li alavekî HSDê xistin

PeyamaKurd – Êrîşên artêşa Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê li deverên di bin kontrola HSDê de dewam dikin. Li devera Cezîre bi dronê (SİHA) li alavekî HSDê xistin û li derdora bendava Teşrînê şerê her dû terefan yên HSDê û SMO dewam dike.

Li devera Cezîre seet di 10.00an de, di navbera bajarê Hasekiyê û Tilberakê de, di encama êrîşa SİHAyê ya Tirkiyê de ku li alavekî sîvîl xist, 3 kes mirin û kesekî birîndar bû. Heya niha HSD ti daxwuyanî nedaye.

Li aliyê dinê li rojavayê Kobaniyê li dora Bendava Teşrînê di navbera hêzên SMO û HSDê de şerên dijwar diqewime. Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û grûba bi navê Facr el-Hurriya de ku perçeyekî ji SMOye, şerekî dijwar derketiye û di encamê de 14 çekdarên Fecr el-Hurriye mirine û 3 kes birîndar bûne.

Çavkaniyên HSDê ragihandinin ku li dora nîvro li derdora Bendava Teşrînê, şervanên meclisa leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşekî dane û di encama şer de tankekî wan îmha bûye.