Li Eyn Îsayê di navbera HSDê û çekdaran de ser derket

10 December 2021 21:40 0 dîtin
Li Eyn Îsayê di navbera HSDê û çekdaran de ser derket

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî di navbera hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de, li gundewarên bajarokê Eyn Îsayê şer derketiye.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) çekdaran doh bi şev saet li demjimêr 9:30 hewl dane gundê Sakîro yê Eyn Îsayê dagir bikin û hêzên wan ew hewldan têk birine.

Herwiha hatiye diyarkirin ku di encama şerê rû daye de hejmarek çekdar birîndar bûne û yên mayî ji neçarî reviyane.

HSDê daye xuyakirin, di du rojên dawî de ev cara duyemîn e çekdar hewl didin derbasî gundê Sakîro bibin û hewldanên wan têne şikandin.