Li Minbicê di navbera HSDê û çekdaran de ser derket
PeyamaKurd – Li bajarê Minbic ê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye, çekdarên bi ser Tirkiyê ve êrîşek pêk anîn û piştî rûdana şer ew êrîş hatiye têkbirin.
Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê çekdarên bi ser Tirkiyê ve bi çekên giran gundê Qîrate yê li bakurê Minbicê, gundê Kor Heywêk ê li rojhilatê Babê, gundên Um Edese û Başlî yên li bakurê rojavayê Minbicê topbaran kirin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku çekdaran hewl daye derbasî xalên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku bi ser HSDê ve ye bibin, lê ew êrîşa li nêzî gundê Mihsenlî yê dikeve bakur rojavayê Minbicê hatiye têkbirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin