40 kes ji ber germa zêde mirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li welatê Hindistanê ji ber germa zêde ya havînê herî kêm 40 kes mirin.
Li gorî Saziya Keşûhewayê ya Hîndistanê (IMD) termometran li eyaleta Haryanayê 48,2 derece û li Biharê 48 derece germ nîşan da.
Rayedarên Hîndîstanê dane xuyakirin ku li beşeke mezin ya welat ji ber sedema hewaya germ gelek kes mirine.
Li gorî daxuyanîyê; li eyaleta Uttar Pradesh 17 kes, li eyaleta Bihar 14 kes, 5 kes li eyaleta Odisha û li eyaleta Jarkand 4 kes, bi giştî 40 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha hate gotin, 15 kes ji miriyên Uttarê û 10 kes ji miriyên Biharê karmendên hilbijartin bûn ku proseya hilbijartinê hîn li Hindistanê dewam dike.
Hatiye ragihandin ku wê dawiya heftê jî pêlên hewaya germ dewam bike li eyaleta Biharayê heta 8ê Hezîranê dibistan û navendên perwerdê hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin