SOHR: Zêdeyî 63 hezar kes di bin îskenceyê de li girtîgehên rejima Esed mirin.

01 January 2025 13:09 0 dîtin
SOHR: Zêdeyî 63 hezar kes di bin îskenceyê de li girtîgehên rejima Esed mirin.

PeyamaKurd – Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku zêdetirî 63 hezar kes di bin îşkenceyê de li girtîgehên rejîma Beşar Esed mirine.

SOHRê hûrgiliyên kesên ku ji aliyê rejîma Esed ve hatine girtin û yên ku di bin îşkenceyê de li navendên binçavkirinê mirine eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya SOHRê di van demên dawî de 786 bûyerên din ên mirina ji ber îşkenceyê li girtîgehên rejîma Beşar Esad hatine piştrastkirin. Bi vî awayî hejmara kesên ku di bin îşkenceyê de di girtîgehên rejîmê de mirin, bûye 63 hezar û 411an.

Di sala 2024an de 14 hezar û 625 kes di girtîgehên rejîma Esed de di bin îşkenceyê de mirine, hejmara kuştiyên di zindanan de ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve ji 105 hezarî derbas bûye.