SOHR: Di zindanên rejîma Esed de kustina 62 hezar kesan hate belgekirin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) rapora kuştinên di girtîgehên rejîma berê ya Sûriyê de eşkere kir û ragihand, ji destpêka şerê navxwe yê 2011an ve nêzî 62 hezar kes di zindanên Sûriyê de hatine kuştin.
Li gorî amarên SOHRê, di sala 2024an de, 1200 kes di girtîgeh û zindanên rejîma berê de, di bin îşkenceyê de hatine kuştin û hejmara giştî ya kuştiyan jî ji destpêka şerê li Sûriyeyê ve gihîştiye 61 hezar û 925 kesan.
SOHRê daye zanîn, li gorî belgeyên fermî tenê di 2024an de hezar û 200 welatî di bin îşkence û xemsariya tenduristî de di girtîgeh û zindanên rejîma Beşar Esed de hatine kuştin.
Li gorî raporê: “Ev belgeyên fermî yên ku ji navendên binçavkirinê hatine derxistin, asta tawanên hovane û binpêkirinên giran ên ku girtî rastî wan dihatin, piştrast dikin.”
SOHRê diyar kir ku divê berpirsên van tawanan bên darizandin û bigihin sizayên xwe yên yasayî.
Li gorî Komeleya Girtî û Windayan a Girtîgeha Sednayayê, zêdetirî 30 hezar girtî di navbera salên 2011 û 2018’an de li zîndanê yan hatine bidarvekirin, yan jî ji ber îşkenceyan û nebûna lênerîna bijîşkî û birçîbûnê mirine.
Komîteya Navdewletî ya Windayan eşkere kiriye ku li seranserê Sûriyeyê 66 gorên bi komî hene ku kesên dijberên rêjîma Beşar Esed tê de hatine veşartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin