SOHR: Li Siweydayê protestoyên dijî rejîma Esed ji nû ve dest pê kirin

18 February 2022 21:14 0 dîtin
SOHR: Li Siweydayê protestoyên dijî rejîma Esed ji nû ve dest pê kirin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, xwepêşandanên li dijî rejîma Sûriyê yên li bajarê Siweydayê ku du hefte berê destpê kiribûn û rawestiyabûn ji nû ve dest pê kirin.

SOHRê daye zanîn, xelkê devera Cebel El-Ereb a Siweydayê îro Înê dîsa dest bi xwepêşandanên li dijî rêveberiya Şamê kirin ku çend roj in rawestiyabûn.

Hat diyarkirin, ji ber ku daxwaziyên welatiyan ên alîkarî û xizmetguzariyan ji aliyê rayedaran ve nehatine bicihkirin, ji nû ve dest bi xwepêşandanan kirine.

Li gorî SOHRê herwiha bi sedan welatiyên Sûriyê berê xwe dane gora Sultan Paşa El-Etraş a li bajarokê El-Qura ya Siweydayê û rejîmê protesto dikin.

Çend roj berê li ser xwepêşandanên berdewam, hêzên rejîmê li herêmên başûr û rojavayê bajarê Siweydayê hatibûn bicihkirin.