SOHR: Li Siwêdayê protestoyên dijî Samê careke din dest pê kirin

21 December 2022 22:04 0 dîtin
SOHR: Li Siwêdayê protestoyên dijî Samê careke din dest pê kirin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku bi sedan xelkê bajarê Siwêdayê careke din derketin kolanan û ji ber rewşa zehmet a jiyanê hikûmeta Şamê protesto kirin.

Xwepêşanderan bi diruşm û pankartan daxwaza cezakirina gendelkarên di hikumeta Şamê de kirin û ragihandin ku wê protestoyên wan heta daxwazên wan bicih werin berdewam dikin.

Herwiha di protestoya parêzgeha Siwêdayê ya qada El Sêr a li naverasta bajêr de, xelkê banga bicihanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254an a bo çareseriya siyasî kir û pankartên wekî, "Ger gel birçî bû desthilat tê darizandin" û "Rizgarkirina civakê ji hişbirê" vekirin.

Hêjayî gotinê ye, bajarê Siwêdayê ji destpêka şoreşa dijî rejîma Esed de rabûbû ser piyan ku piştre bi lihevkirineke ligel rejîma Sûriyê saziyên dewletê û hêzên ewlehiyê vegeriyabûn bajêr.

Ji destpêka meha Kanûna 2022yan ve careke din protestoyên dijî Şamê dest pê kirine ku 4ê mehê şer derketibû û di encamê ciwanek hatibû kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûbûn.