Li wî welatî di xwepêsandanan de 7 kes hatin kustin û bi dehan kes birîndar birîndar bûn

01 July 2019 10:08 0 dîtin
Li wî welatî di xwepêsandanan de 7 kes hatin kustin û bi dehan kes birîndar birîndar bûn

PeyamaKurd -  Li Sûdanê di xwepêşandanên roja yekşemê de li dijî Encûmena Leşkerî, 7 kes hatin kuştin û 180 kes jî birîndar bûn.

Roja yekşemê li dijî Encûmena Raguzer a Leşkerî ya welatê xwe, bi hezaran Sûdanî daketin ser cadeyên Xertûma paytext. Xwepêşanderan daxwaza hilweşandina Encûmena Leşkerî ya welatê xwe kirin û dixwazin di demeke herî nêz de hikûmeta sivîl li welatê wan were pêkanîn.

Di xwepêşandanê de alozî derket û Lijneya Pizîşkên Sûdanê ragihand ku 7 xwepêşander li Xertûmê hatine kuştin û zêdetirî 180 kes jî birîndar bûne.

Ev xwepêşandan di demekê de ye ku danûstandinên navbera opozisyon û Encûmena Leşkerî a Sûdanê ji bo pêkanîna encûmeneke sivîl, rawestiyane. Opozisyon encûmena leşkerî bi qorixkirina desthilatê tohmetbar dike.