Di xwepêsandanan de 15 kes hatin kustin, bi dehan kes birîndar bûn

18 November 2021 21:05 0 dîtin
Di xwepêsandanan de 15 kes hatin kustin, bi dehan kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Di xwepêşandanên doh 17ê Mijdarê de ku piştî darbeya leşkerî ya Sûdanê ji meha Cotmehê ve berdewam dikin de, herî kêm 15 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li ragihandina medya cîhanî, doh 16ê Mijdarê li paytext Xertûm û gelek bajarên Sûdanê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li gorî zanyariyan, di xwepêşandanên li dijî darbeya leşkerî û girtina rêveberên hikûmeta demkî ya sivîl de, herî kêm 15 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye, xwepêşandanên Sûdanê li demeke ku civaka navdewletî hewldanên lihevkirina aliyan dike de pêk tên ku ji 25ê Cotmehê ve berdewam dikin.