SOHR: Li Heleb û Idlibê 9 sivîl hatin kustin, bi dehan kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li herêmên Heleb û Idlibê yên Sûriyê ku wekî herêmên kêmkirina rageşiyê ji aliyê Erdogan û Pûtîn ve hatibûn ragihandin, şer û pevçûn rû didin.
Li gorî ragihandina SOHRê di nav 24 saetên dawî de, di encama êrîşên rejîma Sûriyê û komên çekdar de, 9 sivîl hatine kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûne.
SOHRê daye xuyakirin, artêşa Sûriyê bi 35 moşekan taxên bajarê Idlibê û bajarokê Sermînê yê li parêzgeha Idlibê kirine armanc û di encama vê êrîşa de, 7 kes hatin kuştin ku di nava wan de 2 zarok û jinekê hebûn û 42 kes jî birîndar bûn.
Rewangehê diyar kir jî, piştî êrîşê grûpên çekdar ên ser bi “Bereya Niştimanî ya Rizgarkirinê” ve, her du bajarokên Şîe yên li bakurê Helebê (Nubil û Zehraa) mûşekbaran kirin.
Hate diyarkirin ku 3 kes li Nubil û Zehraayê hatine kuştin û zêdetirî ji 20 kesên din jî birîndar bûn ku di nava wan de zarok hebûn.
SOHRê daye zanîn, 638 sivîl, leşker û çekdar ji destpêka sala 2023yan ve li herêma kêmkirina rageşiyê ya bi navê “Putîn-Erdogan” hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin