SOHR: Di bombardimanên ser gundên Idlibê de 20 sivîl hatin kustin

16 July 2021 21:00 0 dîtin
SOHR: Di bombardimanên ser gundên Idlibê de 20 sivîl hatin kustin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama topbaranên hêzên rejîma Sûriyê ya ser gundên Idlibê de, 20 sivîl hatine kuştin û birîndar kirin.

Li gorî çavkaniyan ji aliyê hêzên bi ser hikûmeta Sûriyê ve avahiyeke sivîl tê bûn hatiye bombebaran kirin ku 7 kes tê de bûn.

Li Fuaya bakurê rojhilatê Idlibê, hêzên hikûmetê navçeya Mesbeh bombardiman kirin û di encamê de 6 sivîlan can daye û 7 jî birîndar bûne û bi tevahî li herdu navçeyan 20 kes hatine kuştin.

Li gorî ragihandina SOHRê ji destpêka Hezîrana borî ve, hêzên hikûmetê navçeyên komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li başûrê Idlibê dikin armanc, komên çekdar jî bersiva wan didin. Di hefteya borî de di encama bombardimana hêzên Sûriyê de, li çiyayê Zawiye 9 sivîl hatine kuştin ku 5 ji wan ji malbatekê bûn.

Agirbesta bo Idlibê 5 Adara 2020an di navbera Rûsya û Tirkiyê de hatibû ragihandin, lê heta niha jî agirbest nayê bicihanîn û herdu alî şerê hev berdewam dikin.