500 kesayetên Îranî yên li Amerîkayê nameyek ji Joe Biden re sandin

13 April 2022 20:07 0 dîtin
500 kesayetên Îranî yên li Amerîkayê nameyek ji Joe Biden re sandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin 500 kesayetên Îranî yên niştecihên Amerîka nameyek ji Serokê Amerîka Joe Biden re şandine û daxwaz jê kirine ku Sipaha Pasdarên Îranê ji lîsteya terorê neyê derxistin.

Li gorî zanyariyan 12ê Nîsanê zêdetirî 500 kesayetên navdar yên Îranî ku li Amerîkayê bicih bûne, bi nameyekê daxwaz ji Serokê Amerîkayê Jeo Biden kirine ku navê Sipaha Pasdaran ji nav lîsteya saziyên terorîstî yên biyanî neyê derxistin.

Di nameyê de tekezî hatiye gotin, rejîma Îranê Sipaha Pasdaran û Sipaha Quds ji bo kiryarên terorîstî li derveyî sînoran û li cîhanê bikar tîne û herwiha Sipaha Pasdaran alava ji bo tepeserkirina xelkê Îranê tê bikaranîn.

Herwiha hatiye diyarkirin, heger Sipaha Pasdaran ji lîsteya terorê bê derxistin, wê ev yek li dijî azadî û rûmeta mirovahiyê be û bibe sedema nearamîyê li herêmê û cîhanê.

Hat diyarkirin, Serokomarê rejîma Îranê Îbrahîm Reîsî jî,yek ji tawanbarê kuştina xelkê Îranê ye û nabe bi derxistina ji lîsteya terorê pûanek bo wî û rejîma wî bê dayîn.